Babeta girîng lipêş siyaseta Kurd, şkenandina bêdengiya li bakurê Kurdistanê ye

Sinan Çiftyurek– Serokê Giştî yê OSP

Tirkiye diçe hilbijartinek pêşwext a hestiyar. Hilbijartinên Tirkiye bi awayek yekrast bandora xwe li rastiya bakurê Kurdistanê dikin. Ji aliyê xwe ve, hest û helwêsta dengdêrên Kurd bandorek berfereh li hilbijartinên Tirkiye dike, ligor gelek zanyar û pîsporan reng dide encamên hilbijartinên Tirkiye.

Di vê çarçoveyê de Kurdistan24 dosyeyek – helwêsta Partiyên Kurdistanî  - di hilbijartinê Tirkiyê de û Bandora Kurd di hilbijartinan de amade kir.

Bersîvên Sinan Çiftyurek– Serokê Giştî yê OSP

Hilbijartinên pêşwextên Tirkiye, dikarin bandorek erênî li gengeşe kirin arastiya Kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bikin?

Bi awayek giştî, her hilbijartinek vejandina tevgera sivîl-demokrat ligel xwe tîn e. Biryara AKP û MHP a hilbijartina pêşwext a sepandî, li Tirkiye û li bakurê Kurdistanê jî, dê vejandina siyaseta demokratîk ligel xwe bîn e. Bêguman ev jî girêdayî, bicîahanîna erk a propagandayî ya hêzên welatparêz, şoreşger û demokratîk e.

Em bi bawer in ku, siyaseta sivîl a ku ji dema şerên bajaran li bakurê Kurdistanê bêdeng bû, dê dîsa vejandinê ligel xwe bibîn e. Bawerî jî têrê nake, em divê têkoşîna xwe ya vejandinê jî berfereh bikin. Jiber ku, babetek herî girîng liber siyaseta Kurd, şkenandina bêdengiya li bakurê Kurdistanê ye. Ev hilbijartin jî, dikarin bibin derfetek ji bo vê yekê. Bi kurtasî: ger heta 24ê Hezîranê bûyerên çekdarî rû nedin, ango tade û dorpêç liser siyaseta sivîl-demokratîk neyê sepandin, kolan û meydan dê vejandinê bijîn.

Dengên Kurdan – di hilbijartinan de xwe dî rolek çawa ye?

Dengên Kurd di hilbijartinên Serokomariyê de dê diyarder bin. Ger di xûla yekemîn a Serokomariyê de namzetek ji %50 + 1 wernegire, dê giringiya dengên Kurd diyartir be. Jiber ku, gava namzetek di xûla yekem de ji % 50 + 1 wernegire û encama hilbijartinê bimîne xûla duyem, Kurd deng bidin kî alî, ew dê serbikeve. Di vê çarçoveyê de siyaseta Kurd, daxwazên xwe dikare pêşkeşî her du aliyan û raya giştî bike, piştgiriya aliyê qebûl dike, bike. Ger her du aliyan jî qebul nekir, wê demê bi egerên diyarkirî, bangewaza boykotê dikare were ragihandin.

Tevgera Kurd – rola dengê Kurd di hilbijartinên pêşwext çawa di karebîne rojevê û derfetêjê bi dest bixe?

Potansiyela dengderên Kurd li Tirkiyê di hawîrdora ji %25an de ye. Her kes û alî, giringiya vê potansiyelê, dizane. Ger ev potansiyel bi bernameyek Kurdî û hevkariyek neteweyî-demokratîk bête xemilandin, dikare sûdên mezin bidest bixe. Rêya serkeftinê ya rola tevgera Kurd, ji yekîtiya neteweyî derbas dibe. Jiber vê yekê, wekî Partiya Azadî û Sosyalizmê em di hevkariya neteweyî de rijd in.

Li gor baweriya we – aliyê Kurd di van hilbijartinan de, dive xwe dî helwêstek çawa (nêzîkahiya blok, hevpeyman, hevkariyan) be?

Wekî Partiya Azadî û Sosyalizmê (OSP) em piştgiriya pêkanîna bloka Kurdî ji bo hilbjartinan dikin. Pêşniyara me, di pêngava yekem de pêkanîna Bloka Hilbijartinan a Kurdî û di pêngava duyem de pêkanîna bloka herî berfereh a demokratîk ligel şoreşgerên Tirkiyê ye. Em xebatê dikin ku, îro ji bo hilbijartinên Serokomariyê û sibe ji bo hilbijartinên herêmî, damezrandina blokek neteweyî-demokratîk a mayinde hebe. Em ji niha ve, dive xwe ji wê re amade bikin. Jiber ku çawa hilbijartinê sepandî yên Serokomariyê hate biryar dan, herweha biryara hilbijartinên sepandî yên herêmî jî dikare were girtin. Em ji niha ve, divê amadeyî vê yekê bin.

Bloka Kurdî girêdayî van hilbijartinên sepandî divê bi daxwazên zelal û bingehîn ên azadiya neteweyî kom bibe û beşdariyê bike. Namzediya Demirtaş hate ragihandin. Bloka hilbijartinê ya Kurdî, bi armancên xwe yên bingehîn û zelal ên azadiya neteweyî, divê piştgiriyê bide Demirtaş.

OSP ne ligel damezrandina blokên cuda yên Kurdistanî, lê ligel pêkanîna yek blokê ye û daxwaz dike ev yek ne tenê bi hilbijartinên 24ê Hezîranê ve girêdayî bimîn e. Lipêş me hilbijartinên herêmî hene, divê ji bo wê jî, ev blok mayinde bimîn e. Bi avêtina van her du pêngavên pratîk, ber bi hevkariya demokratîk a neteweyî ve biçin.

Damezrandina bloka Kurdistanî, dikare rolek bandorî di hilbijartinan de hebe?

Ev girêdayî bername, çarçove û xebata bibandor a Bloka Kurdî dimîn e. Ger Bloka Kurdî ava bibe û xebatek baş bike, dê di hilbijartinan de rolek xwe ya bibandor hebe. Ango erk a bilez lipêş tevgera Kurd li bakurê Kurdistanê pêkanîna Bloka Kurdî ye. Ev daxwaza sereke ya gelê me, ji Partiyên me ye.

Gelê Kurd di babeta hevkariya neteweyî de du gavan lipêş Partiyên me ye. Helwêsta gelê me di rûdanên: Kobanê, Referendûma Serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê, dagîrkeriya Kerkûk û Efrînê de, biser rewşên Partiyên me û rewşa perçeyî ya welatê me bû. Şîn û Şahiya gelê me li ser partî û parçeyên Kurdîstanê ye! Em bangî Partiyên me dikin: ew jî bibin xwedî hest û helwêstek weha.

Herweha, Koma muhafazakar a Kurd, ku di Hezîran a 2015an de ji AKP veqetiya, gava di Mijdar a 2015an de ne vegeriya AKP, em dikarin bibêjin, herî kêm, niha di helwêstek bêalîbûnê de ye. AKP di hewla vegera wan de ye, lê jiber pratika wê ya îroyîn ev kom niha zehmet e vegere AKP. Di vê rewşê de, Kurd bi hevkariyek berfereh a neteweyî biçin nav gelê xwe, di encama hilbijartinan de dikare rewşek neyênî lipêş AKP derxe pêş.

Desthilat û OpozisyonaTirkiye di zanyariya giringiya dengê Kurd de ne?

Hikumeta Tirkiye jî, dewleta Tirkiye jî, di zanyariya giringiya dengên Kurd de ne. Ya girîntir di zanyariya giringiya jeopolitik a Kurdistanê de ne. Birêvebirên dewleta Tirk di her pêngava xwe de, bi vê zanyariyê tevdigerin. Babeta bîngehîn li vir ew e: Tevgera Kurd, bi zanyariya giringiya dengên Kurd tevbigere.

Wekî encam ez dikarim bibêjim, Li hember “Hevkariya Cumhur” ku ji metirsiyê tevdigere, hevkariya azadiya neteweyî û demokrasiyê xwedî giringiyek jiyanî ye. Pêngavek weha, dê bîngeha AKP li Kurdistanê teng bike, kêm bike. Jiber ku gelê me/gelên me helwêsta êrîşbar / dagîrker a hukimeta AKP hemberî Serxwebûna başûrê Kurdistanê, dagîrkeriya Efrînê / Rojava, êrîşbariya ku malên xelkê me li bajarên wan bi ser wan de hilweşand, girtina nûnerên xwe, şaredarên xwe… na pejirîn e!

Dilgiraniya bêdengiya sê salan heye. Ger siyaseta Kurd hevkariya xwe pekbîn e, dê hêzê bide bi zimananîna vê dilgiranî û bêdengiya gelê xwe. BI van egeran, wekî OSP em bi daxwazên neteweyî-demokratîk, ligel damezrandina Bloka Hilbijartinê ya Kurdî ne…