Sê perlematerên CHPê daxwaza azadkirina Demîrtaş dikin
K24 - Navenda Nûçeyan
Perlemanterên CHPê Bariş Yarkadaş, Eren Erdem û Sezgîn Tanirkulu li ser Twitterên xwe nivîsandine, ku divê berbijarê HDPê yê serokatiya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş bê azadkirin.
Bariş Yarkadaş li ser Twittera xwe nivîsiye: Berbijar wê derkevin meydanan û daxwaza dengan bikin, berbijarê HDPê Selahedîn Demîrtaş bi awayekî neyasayî li girtîgehê girtiye, divê ev şerm û bêdadiya han were bidawîkirin û Demîrtaş bê azadkirin.
Eren Erdem jî wiha nivîsiye: Dadgehê ti ceza li Demîrtaş nebirrî ye, girtina siyasetvanekî, ku bûye berbijar, wê bandorê li dadmendiya hilbijartinan bike û divê ew bê azadkirin.
Herwiha Sezgîn Tanirkulu jî li ser Twittera xwe nivîsiye: Hîn Demîrtaş perlemanter e, girtina wî derveyî yasa û mafnasiyê ye, divê Demîrtaş bê azadkirin.
N.O