6 hefte ne termê şervaneke YPJê ya Brîtanî li Efrînê asê maye

Termê şervaneke Brîtanî ku di nava Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) de li Efrînê şer dikir ji 6 hefteyan ve din avahiyeke hilweşyayî de maye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Termê şervaneke Brîtanî ku di nava Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) de li Efrînê şer dikir ji 6 hefteyan ve din avahiyeke hilweşyayî de maye.

Rojnameya “Times” a Brîtanî diyar kir, şervana YPJê a Brîtanî Anna Campbell roja 15ê Adara bûrî li Efrînê di encama êrîşeke artêşa Tirkiyê de canê xwe jidest daye û ta niha termê wê di bin avahiyeke hilweşyayî de maye.

Şervana YPJê ya Îtalî Maria Edgarda ji wê rojnameyê re da zanîn, Anna Campbell bi 10 rojan berî mirina xwe tevlî nava rêzên YPJê bûbû.

Ji aliyê xwe ve, malbata Campbell rexne li hikûmeta welatê xwe girt ku ji zêdetirî mehekê ve keça wan li Efrînê canê xwe jidest dayê, lê ta niha wan ti hewl bo vegerandina termê wî nedane.

Bavê Anna, Dirk Campbell got: “Me ji Wezareta Derve ya Brîtanyayê xwast ku termê keça wan vegerîne, lê wezaretê got, karîn û tevgera wan li di pirsê de sînordarkirî ye û nikarin destêwerdanê di karûbarên siyasî de bikin.”

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê piştê şerê 58 rojan derbasî Efrînê kirin û roja 18ê Adarê Efrîn dagîr kirin, lê YPGê ti amarên fermî derbarê şervanên ku li Efrînê canê xwe jidest dane nedaye.

 

S. B