Trump guherîna "Rêjîma Îranê" kiriye karê xwe yê serekî

Trump: Heger heya 12ê vê mehê, ew "Şaştiyên di rêketina etomî de hatine kirin" neyên rastkirin, wê Amerîka xwe ji rêketinê bikişîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Parêzerê Serokê Amerîka Rodolf Juliany eşkere kir, ku Donald Trump dixwaze rêjîma Îranê biguhere û ew yek kiriye karê xwe yê serekî û amadekariyan ji bo vekişînê ji rêketina etomî dike.

Rojnameya "Politiko" ji ser zimanê Juliany belav kiriye, ku di kongirê penaberên Îranî de li Amerîka, wî daxwaza bihêzkirina demokratiyê li Îranê kiriye û gotiye: "Trump wek hemû kesên niha li vir amade ne, giringiyê bi guhertina rêjîma Îranê dide".

Ji aliyê xwe ve malpera RT a Rûsî belav kiriye, ew parêzerê Trump ku pêştir şaredarê New Yorkê bû gotiye: Guhertina desthilatê li Komara Islamî ya Îranê, take rê ye ku aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn vegerîne û ev pirs ji çarekirina kêşeya Filestînî - Israîlî giringtir e".

Di dema xwepêşandanên îsal yên Îranê de, serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ku welatê wî amade ye alîkariya gelê Îranê bike, "heger dema guncayî bê".

Berî niha jî Trump di bin fişarên Îsraîl û rastgirên Amerîkî de, çendîn caran dilgiraniya xwe li ser rêketina etomî di nav welatên 5+1 û Îranê de diyar kir û gefa vekişînê ji wê rêketinê kir.

Herwiha Trump ragihand, ku heger heya 12ê vê mehê, ew "Şaştiyên di rêketina etomî de hatine kirin" neyên rastkirin, wê Amerîka xwe ji rêketinê bikişîne.

N.O