Sê keştiyên cengî yên Birîtanî gihiştin kendava Erebî

Wezareta bergiriya Qeterê: Ew manora serbazî, di çarçoveya hevrêziya di navbera herdu welatan de ye, ji bo rûbirûbûna terorê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ji bo beşdarîkirinê di manoreke serbazî de li gel hêzên Qeterî, hersê keştiyên cengî yên Birîtanî "HMS Blyth", "HMS Ledbury" û "Cardigan Bay" gihiştine beravên Qeterê.

Wezareta bergiriya Qeterê di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew manora serbazî, di çarçoveya hevrêziya di navbera herdu welatan de ye, ji bo rûbirûbûna terorê.

Piştî têkçûna pêwendiyên welatê Qeterê li gel her yek ji Siûdiyê, Îmarat, Behrên û Misrê, Hikûmeta Qeterî dest bi bihêzkirina karînên xwe yên serbazî kir.

N.O