Tirkiye: Vekişîna Amerîka dê bibe sedema şerên nû

Tirkiye radigihîne, vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina atomî dê bibe sedema şerên nû û aloziyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye radigihîne, vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina atomî dê bibe sedema şerên nû û aloziyan.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ji ser hejmara xwe ya tûra civakî “Twitir” li dijî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a di derbarê vekişîna ji rêkeftina atomî de nerazîbûn nîşan da û got, biryara Trump dê bibe sedema alozî û şerên nû. Peymana atomî digel welatên din dê berdewam bike.

Kalin di heman demê de tekez kir jî, dijbûna Tirkiyê ya li hemberî her cure çekên atomî dê berdewam bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva bûrî biryara vekişandina welatê xwe ji rêkeftina atomî li gel Îranê da û ragehand ku, ew dê cezayên tund li ser wî welatî bisepînin.

 

S. B