Îmarata Erebî: Divê planeke herêmî ya bibandor li dijî Îranê hebe

Îmarata Erebî dibêje, biryara Serokê Amerîka ya vekişîna ji rlkeftina atomî bi Îranê re, gavek di riya rast de ye û divê planeke herêmî ya bibandor li dijî Îranê were danîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îmarata Erebî dibêje, biryara Serokê Amerîka ya vekişîna ji rlkeftina atomî bi Îranê re, gavek di riya rast de ye û divê planeke herêmî ya bibandor li dijî Îranê were danîn.

Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Dever yê Îmaratî Enwer Qerqaş li ser hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” hejmare twit nivîsîn û ragihand, gotarên Îranê û gavên wê yên dijminane li navçê girêdayî rêkeftineke şermê bûn. Biryara Trump biryareke rast e.

Qerqaş di twîteke din din nivîsî: “Îranê rêkeftina atomî şîrove kir ku bi hejmûna wê ya herêmî re digunce. Ji encama wê jî destê Îranê yê dijminane dirêj bû û bernameya wê ya mûşekên Ballistic tundtir bû.”

Di twîteke din de jî nivîsî, rêkeftina atomî bi Îranê re dê bibe sedema pêşebaziyeke atomî li navçê, ku bawerî bi niyazên Îranê nayin kirin. Dema wê yekê ye ku planeneke herêmî ya nû û bibandor were danîn.

 

S. B