“Amerîka dixwaze êrîşî programa mûşeka Îranê bike”

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Îranê derbarê niyaza Amerîka li hember programa mûşekên Îranê hişyariyê dide û rêkeftina atomî piştî vekişandina Amerîka bi negirîng binav dike.

Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Ebdilrehîm Mosewî radigihîne, rêkeftina atomî girîngiya xwe jidest daye, Washington plana êrîşkirina li ser bernameya mûşeka Îranê dariştiye.

Mosewî rexne li berpirsên hikûmeta welatê xwe jî digire û dibêje, wan ziyaneke mezin ji ber rêkeftina atomî gihandine Îranê, ji ber ku rûniştina wan bi Amerîka re li ser yek maseyê û rêkeftina pê re, rewatî da Amerîka.

Li gor ajansa medyayî “ISNA” ya Îranî ku îro belav kiriye, Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê gotiye: “Divê vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî ji rêkeftina atomî ji Siûdiye re bibe waneyek ku berdewam hewl dide ji Amerîka ve nêzîk bibe.

Rêkeftina Îranê ye ligel grûpa 5+1 derbarê programa atomî de, roja 14 Tebaxa borî li Veinnayê hatibû îmzekirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva bûrî biryara vekişandina welatê xwe ji rêkeftina atomî li gel Îranê da û ragehand ku, ew dê cezayên tund li ser wî welatî bisepînin.

Di karvedana piştî gotara Serokê Amerîka Donald Trump a  vekişandina ji rêkeftina atomî, Serokê Îranê Hesen Rûhanî tekez kir, wî rênima dane ajansa wizê ya welatê xwe ku her tiştê pêwîst be bikin.

 

S. B