Sever: Hilbijartin ji bo Tirkan girîng e lê ji bo Kurdan ne girîng e

Şîrovekarên siyasî yên Kurd, li Diyarbekirê dibêjin; partiyên ku daxwaza dengên Kurdan dikin, divê bi awayekî zelal rêbazên çareserkirina Pirsa Kurd jî aşkere bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Di pêvajoya hilbijartinên parlemento û Serokomariya Tirkiyê de careke din nîqaş li ser dengên Kurdan tên kirin. Rêveberên partiyên siyasî wekî wead behsa berfirehkirina azadiyan û çareserkirina Pirsa Kurd dikin lê rê û rêbazên çareseriya Pirsa Kurd aşkere nakin. Şîrovekarên siyasî yên Kurd, li Diyarbekirê dibêjin; partiyên ku daxwaza dengên Kurdan dikin, divê bi awayekî zelal rêbazên çareserkirina Pirsa Kurd jî aşkere bikin.

Di pêvajoya hilbijartinên 24'ê Hezîranê de rêveberên partiyên siyasî, ji bo ku dengên Kurdan bigirin; di bangeşiyên xwe de qala azadî, demokrasî û hekwehiya civakî dikin. Şîrovekarê siyasî Tehsîn Sever dibêje; ji aliyê partiyên Tirkiyeyê ve di pêvajoyên hilbijartinê de dengên Kurdan girîng in; lê ji aliyê Kurdan ve ne girîng in. Sever sedemên vê yekê jî wekî nasnekirina Kurdan û nedayîna mafên wan ên rewa tîne zimên.

Şîrovekarê Siyasî Tahsîn Sever ji K24ê re got: "Li Tirkiyê Kurd tune tên hesibandin. Lê di dema hilbijartinan de dengên Kurdan ji wan re lazim dibin û ji ber pêwîstiya wan a dengên Kurdan, helwesteke wan a klasîk heye û Kurdan tînin bîra xwe. Lê wekî bernameyekê nayên bîra wan, nabêjin ka em ê Pirsa Kurd çawa çareser bikin."

Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî, gavên ku di salên dawîn de hatine avêtin, bingeha çareserkirina Pirsa Kurda amade kiriye lê hîn jî li ser vê bingehê tu gavên berbiçav nehatine avêtin. Nivîskar û şîrovekarê siyasî Îbrahîm Guçlu jî dibêje; heger Pirsa Kurd li Tirkiyeyê çareser nebe, Tirkiye demokratîk jî nabe. Li gorî Guçlû, tenê bi guhertina rejîmê, Pirsa Kurd dikare çareser bibe.

Nîvîskar û şîrovekarê siyasî Îbrahîm Guçlu got: "Dema ku hûn bixwazin dengên Kurdan bigirin, divê hûn dewletê biguherînin. Çareseriya vê jî ew e ku Tirkiye wekî Iraqê bibe dewleteke federal. Heger bibe dewleteke federal, wê demê dibe Dewleta Kurd û Tirkan, parlemento dibe ya Kurd û Tirkan."

Li gorî encamên rapirsiyaran; li Tirkiyeyê ji sedî 20'ê dengdêran Kurd in û Kurd kilîda hilbijartinan in. Ji bo ku zêdetir dengên Kurdan bigirin, Seroka Partiya ÎYÎ'yê Meral Akşenerê li Diyarbekirê gotibû ku; "Binemala min jî ji Diyarbekirê ye" Namzedê Serokomariyê Muharrem Înce dibêje; "Em ê ji bo çareserkirina Pirsa Kurd gavên wêrek bihavêjin." Partiya Saadetê amadekariyên aşkerekirina rapora çareserkirina Pirsa Kurd dike. Rêveberên Ak Partiyê qala berfirehkirina azadî û bicihanîna demokrasiyê dikin. Li hemberî van gotinan; şîrovekarên siyasî jî dibêjin; partiyên ku dengên Kurdan dixwazin, divê dengê Kurdan jî bibihîzin û heger Kurd jî bi hev re di nav tifaqê de bin, dê bikaribin dengê xwe bidin bihîstin.