Rûsya daxwaza aramiyê ji Îsraîl û Îranê dike

Wezareta Derve ya Rûsyayê daxwaz ji Îran û Îsraîlê dike, ku asta şerê xwe li Sûriyê bilind nekin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsyayê daxwaz ji Îran û Îsraîlê dike, ku asta şerê xwe li Sûriyê bilind nekin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov îro ragihand, ji daxuyaniyên Îsraîl yên li ser Sûriyê dilgiran in û divê Îsraîl û Îran asta milmilaneyên xwe li Sûriyê tund nekin.

Mikhail Bogdanov diyar kir jî, Rûsya pêwendiyên xwe bi berdewamî bi hemû aliyan re heye, ji bo peydakirina aramiyê li Sûriyê.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihandibû, Feyleqa Qudis a Îranê ji Sûriyê ve binkeyên Îsraîlê li Colanê bi çend mûşekan armanc girtibûn.

Firokeyên şer yên artêşa Îsraîlê derange şeva bûrî bi dehan armancên leşkerî yên girêdayî Feyleqa Qudis a Îranî li Sûriyê bombebaran kirine.

 

S. B