Nêçîrvan Barzanî: Wê Kurdistan biser keve û rewşa abûrî baştir bibe

Nêçîrvan Barzanî: Divê Desteya Giştî ya Çavdêrîkirina dabeşkirina dahata giştî ya Iraqê bê pêkanîn û pişka Herêma Kurdistanê ji deynên navdewletî bê diyarkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li bajarê Hewlêra paytext, di çarçoveya kempîna bangeşeya serxistina lîsta PDKê ya hejmar 184an de, ragihand ku "Hilbijartinên vê carê bûyereke giring in ji bo Herêma Kurdistanê, ji ber ku wê hevpeymaniyên siyasî yên nû di nav hêzên siyasî de çêbibin, pirsa gelê Kurdistan, ku berdewam bi navê pirsa Kurdî ye di çarçoveya Iraqê de, her dimîne û divê li gorî destûra Iraqê bê çarekirin, ew destûra di sala 2005an de, me bihev re nivîsî û me deng li ser da, niha pirsgirêk hatiye guhertin, bûye pirgirêkek di nav Hewlêr û Bexdayê de.

Herwiha tekez kir, ku çendîn caran di dema pêkanîna Hikûmetan de, soz didan Kurdan û em li bendî bicîkirina soz û xalên rêketinan diman, lê ji niha û pêve nabe bicînekirina destûra Iraqê were paşguhkirin, ji ber ku dibe sedema nearamiyê li Iraq û navçeyê, yekemîn pirsgirêka me bicînekirina madeya 140î ya destûra Iraqê ye, em ji serdema hukmê Birêmer ve, ango ji berî 14 salan ve, em daxwaza çareseriyê û bicîkirina destûrê dikin, ji bo çarekirina pirsgirêka axa û gelê me.

Bexda berdewam xwe ji erkên xwe yên beramberî Herêma Kurdistanê vedizî ye, hin caran ew pirsa hestyar ya gelê Kurdistanê ji bo nakokiyên navxweyî li Bexdayê bikar anîne, hin caran jî ji bo kempînên bangeşeya hilbijartinan bikar anîne.

Piştî van hilbijartinan roja Şemiya dahatî, ku bi riya wan wê Perleman û Hikûmeteke nû li Bexdayê were pêkanîn, emê ji bo pişka Herêma Kurdistanê ji dahata giştî ya Iraqê, vegerin Bexdayê, em dixwazin pişka budceya Herêma Kurdistnanê bi temamî peyda bikin, budce û pêdiviyên serbazî ji Pêşmerge re peyda bikin, mafê şehîdan vegerînin, tevahiya pêbendiyên xwe beramber fermanberan û muçexurên Herêma Kurdistanê bicî bikin, divê bi yek çavî temaşeyî vir û wir bê kirin.

Divê Desteya Giştî ya Çavdêrîkirina dabeşkirina dahata giştî ya Iraqê bê pêkanîn û pişka Herêma Kurdistanê ji deynên navdewletî bê diyarkirin.

Ew qerebuyên di destûrê de hatine destnîşankirin, divê bi malbatên qurbaniyên Enfalan yên Germiyan, Barzan û Xoşnawetî bên dayin.

Em dixwazin siyaseta stiratîjî ya petrol û gaza Iraqê bi hevparî li gel Herêma Kurdistanê bê danîn wekî ku di destûrê de hatiye behskirin. Em karin rewşa abûrî ya xelkê Herêma Kurdistanê baştir bikin û ji bo wê mebestê me gavên baş avêtine, em amade ne ji bo çarekirina hemû pirsgirêkan li gel Iraq diyalogê bikin, em xwediyên maf û rastiyê ne û heq bi me re ye, Kurdistan her biser dikeve û rewşa abûrî wê baştir bibe.

N.O