Enqera 300 serbaz û efserên din bi tometa pêwendiyê bi Gulen re desteser kir

Ji Tîrmeha 2016an ve û heya niha Hikûmeta Tirkiyê (49) hezar welatî bi tometa hebûna pêwendiyên wan bi Gulen re desteser kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên emnî yên Tirkiyê, (300) serbaz û efserên din ji nav rêzên artêşê desteser kirin, bi tometa ku pêwendiyên wan bi rêberê Şepêla Xizmet Fethella Gulen re hene.

Enqera, (Gulen) weke pilandanerê kudetaya 15 Tîrmeha sala 2016an binav dike.

Fethella Gulen, li wîlayeta Pensilvanya ya Amerîkî akincî bûye û serperiştiya şepêleke perwerdeyî û olî dike.

Ajansa nûçeyan ya Anadolê belav kiriye, ku hîna (211) kesên din li nav rêzên artêşê mane, ku biryara girtinê bi wan derketiye.

Ji Tîrmeha 2016an ve û heya niha Hikûmeta Tirkiyê (49) hezar welatî bi tometa hebûna pêwendiyên wan bi Gulen re desteser kiriye.

Herwiha 150 hezar fermanber û mamoste ji kar hatine dûrxistin.

N.O