Israîl û Birîtanya rêketin ku rê li pêşya berfirehbûna Îranê li navçeyê bigirin

Israîl û Birîtanya tekez kirin, ku divê Rûsya desthilata xwe bikar bîne daku operasyonên Îranê li Sûrya rawestîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di pêwendiyeke telefonî de, serokwezîra Birîtanya Theresa May û serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu, tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e civaka navdewletî kar li ser qedexekirina berfirehbûna Îran li Rojhilata Navîn bike û rê li ber kiryarên wê yên tevliheviyê bigire.

Herwiha herdu aliyan tekez kirin, ku divê Rûsya desthilata xwe bikar bîne daku operasyonên Îranê li Sûrya rawestîne.

Berî niha jî Birîtanya êrîşên Îran yên li dijî Israîlê şermezar kirbû û gotibû, ku ji mafê Israîlê ye serweriya xwe biparêze.

Derengê şeva Çarşema derbasbûyî 9ê vê mehê, milîsên Îranî yên li Sûryê, bi 20 mûşekên Grad û Fecir êrîşî bingehên serbazî yên Israîlî li Colanê kirin û di encamê de, artêşa Israîlî bi firokeyên cengî ji core F15 êrîşî bingehên Îranê yên li nav Sûryê kir û ziyaneke mezin li wan kir.

N.O