Elawî daxwaza hilweşandina encamên hilbijartinan dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Hevpeymana Niştimanî Iyad Elawî, daxwaz dike ku encamên hilbijartinan bên hilweşandin û dema ku derfet û mercên guncayî peyda bibin, ew hilbijartin bên dubarekirin.
Iyad Elawî got: "Divê Hikûmeta niha ya Iraqê wek Hikûmetekeke karbirêbir bimîne heya ku derfeteke baş ji bo dubarekirina hilbijartinan peyda bibe".
Hevpeymana Elawî di daxuyaniyekê de dibêje: "Gelê Iraqê nekariye bi awayekî berfireh beşdariyê di hilbijartinan de bike, tundî û saxtekarî û xapandina xelkê û kirîna dengam û bikaranîna rewşa meşextan rê li ber encamdana hilbijartinên pak û bê kêşe girtin".
Herwiha Hevpeymana Elawî diyar kir, ku sîstema dengdana eliktironî li ser xelkê hatiye sepandin û ew yek ne bi dilê xelkê ye.
N.O