6 Partiyên Kurdistanî encamên Helbijartinan red kirin

Îro Duşemê 6 partiyên Kurdistanî encamên hilbijartinan red kirin û nerazîbûna xwe derbarê vê yekê di daxuyaniyeke hevbeş de ragehandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Duşemê 6 partiyên Kurdistanî encamên hilbijartinan red kirin û nerazîbûna xwe derbarê vê yekê di daxuyaniyeke hevbeş de ragehandin.

Di civîna îro ya Tevgera Goranê, Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Îslamî ya Kurdistanê, Bizûtneweya Îslamî, Partiya Komunîst de hat ku, ew encamên helbijartinan red dikin û daxwazên xwe bi van 6 xalan diyar kirin:

1- Encamên nefermî û vê pêvajoya hilbijartinan red dikin

2- Dubarekirina Helbijartinan li Herêma Kurdistanê û li Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê .

3- Armanca rasteqîn a partiyên beşdar da ku parastina dengê xelkê were kirin.

 4-  Hemû rêkarên siyasî, yasayî  û sivîl bêyî tundî û şidetê pêk bînin.

5- Pêkanîna lijneyeke hevbeş a 6 partiyan ji bo vegerandina dengên rasteqîn.

6- Em ji Komîsyona Hilbijartinên Iraqê daxwaz dikin ku bilez bersiv bidin xwesteka me.

Li gorî encamên destpêkî, ji tevahiya aliyan re 58 kursiyên Perlemana Iraqê derdikevin.

Dengên her partiyke Kurdistanî jî bi vî awayî bûn:

Partiya Demokrat a Kurdistanê, 693 hezar û 522 deng, 26 kursî.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan, 328 hezar û 664 deng, 15 kursî.

Tevgera Goran, 182 hezar û 286 deng, 6 kursî.

Hevpeymanî- Berhem Salih, 111 hezar û 33 deng, 2 kursî.

Yekgirtûya Islamî, 93 hezar û 960 deng, 2 kursî.

Komela Islamî, 84 hezar û 993 deng, 3 kursî.

Nifşê Nû- Şasiwar Ebdilwahid, 139 hezar û 436 deng, 4 kursî.

Li gorî Komisyona Hilbijartinan, ev tenê encamên destpêkî ne û bi zêdekirina dengên derve û yên dengdana taybet û meşextan, wê guhertin bi ser van encaman de bê.

 

S. B