Bayik bangewaza piştgiriyê li çepgîrên Tirk kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê KCKyê Cemîl Bayik dibêje hilbijartinên Tirkiyeyê ji bo hêzên demokratîk jî, ji bo AK-Partî û MHPyê jî sûda dawî ye.
Bayik ji ajanseke nêzikê PKKyê re axifî û got di encama hilbijartinên Tirkiyeyê de an dê demokrasî serbikeve an jî dê faşîzm serbikeve û dijwartir bibe. Çawa ko hilbijartin ji bo faşîzma AK-Partî û MHPyê sûda dawî be ji bo hêzên demokratîk jî sûda dawî ye.
Ji ber vê yekê Cemîl Bayik bang li hêzên demokratîk û çepgir ên Tirkiyeyê kir ko piştgiriya HDPyê bikin. Divê HDP di bin benda hilbijartinê de nemîne. Ger HDP bendê derbas neke dê faşîzm serbikeve û Tirkiye dê ji bo jiyana mirovan bibe welatek dojeh.
C.B