Amerîka pilaneke nû ji bo rûbirûbûna Îranê eşkere dike

Şêwirmendê wezareta derve ya Amerîka Brayan Hok, daxwaz ji hevpeymanên Amerîka kir, ku piştevaniya pilana nû ya Amerîka li dijî Îranê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo, nexşe riya welatê xwe beramberî Îranê eşkere bike û ji bo vê armancê, wê îro bêtirî 200 dîplomatkarên Amerîkî û Ewropî li Koşka Sipî derbarê wê mijarê bicivin.

Şêwirmendê wezareta derve ya Amerîka Brayan Hok, daxwaz ji hevpeymanên Amerîka kir, ku piştevaniya pilana nû ya Amerîka li dijî Îranê bikin.

Ji aliyekî din ve, welatên Ewropa ragihandin, ku ew amade ne bi merc danûstandinan li gel Îranê bikin.

Li gorî ajansa Reutersê, berpirsên Ewropaî, Rûsî û Çîn amadekariyan ji bo danûstandinan derbarê bernameya mûşekî û etomî ya Îranê dikin û hefteya bê jî li ser wê mijarê, wê li Vîyenna bicivin.

Berpirsên Ewropî diyar kirin, ku ew amade ne bi mercê sînordarkirina çalakiyên mûşekî û etomî û rawestandina çalakiyên serbazî û destwerdanên Îranê di welatên navçeyê de, danûstandinên nû li gel Taranê destpê bikin.

Di beramber de jî, wê Ewropa alîkariyên bazirganî û abûrî li gel Îranê berdewam bike.

N.O