Îran: Kes nikare bi zorê me ji Sûryê derxîne

Behram Qasimî: Ew aliyên ku divê ji Sûryê derkevin ewên ku ne li ser daxwaza Hikûmeta Sûryê derbasî wî welatî bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand, ku hebûna wan li Sûryê bi razîbûn û daxwaza Hikumeta wî welatî ye û kes nikare Îran bi zorê ji Sûryê derxîne.

Behram Qasimî diyar kir, ew aliyên ku divê ji Sûryê derkevin ewên ku ne li ser daxwaza Hikûmeta Sûryê derbasî wî welatî bûne.

Qasimî tekez kir, ku ewê li Sûryê bimînin heya terorê jinav bibin û ewê li piştevanî û pêşkêşkirina alîkariyan ji bo Sûryê berdewam bin.

Ji alyekî din ve, biryar e îro wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo, pilana stiratîjî ya welatê xwe, li dijî Îranê eşkere bike.

Berpirsekî pile bilind di îdara Amerîkî de ragihand, ku armanca Mike Pompeo sepandina dorpêçên bêtir li ser Îranê ye.

Heftiya derbasbûyî jî, mezinê şêwirmendên Serokê Amerîka Braian Hok daxwaz ji welatan kir, ku ji bo rûbirûbûna gefên Îranê, piştevaniya Amerîka bikin.

N.O