Hêzên Rûsî firokeyeke bêfirokevan li Sûryê xistin

Hêzên Rûsî yên ku li Sûryê belav bûne, bingeha Himêmîm ya serbazî li nêzîkî bajarê Laziqiyê, weke bingeheke serekî ji xwe re bikartînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta berevaniya Rûsî di daxuyaniyekê de, ragihand ku duh êvarî firokeyeke bêfirokevan, bizav dikir xwe nêzîkî bingeha Himêmîm ya serbazî bike, lê ew firoke ji hêzên bergiriya ezmanî ve hat têkşikandin.

Wezareta bergiriya Rûsî diyar kir, ku ti ziyaneke canî yan madî ji wê bûyerê nebûye. Lê Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan belav kiriye ku dengê çend teqînan li nêzîkî bingeha Himêmîm ya serbazî li Sûryê hatiye bihêstin.

Hêzên Rûsî yên ku li Sûryê belav bûne, bingeha Himêmîm ya serbazî li nêzîkî bajarê Laziqiyê, weke bingeheke serekî ji xwe re bikartînin.

Di heyama mehekê de, ev diwem bizav e ji vî corî ku li dijî bingeha Himêmîm tê encamdan, di roja 24ê Nîsana derbasbûyî de jî, wezareta bergiriya Rûsî ragihand, ku 2 firokeyên bêfirokevan yên opozisyona Sûryê xwe nêzîkî bingeha Himêmîm kirin û ew jî hatin xistin.

N.O