Reuters: Amerîka û Tirkiye li ser Minbicê lihev kirin

Reuters: Amerîka û Tikriye li ser karnameyeke hevbeş ji bo birêvebirina bajarê Minbicê li bakurê Sûrya lihev kirine.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa Reutersê ragihand, ku, Amerîka û Tikriye li ser karnameyeke hevbeş ji bo birêvebirina bajarê Minbicê li bakurê Sûrya lihev kirine.

Li gorî daxuyaniyeke balyozxaneya Amerîka li Enqera, tîma karê hevbeş ya Amerîkî û Tirkî, li Enqera paytexta Tirkiyê civiya û li ser çend pirsên girêdayî rewşa Sûrya, di nav aliyê Amerîkî û Tirkî de rêketin çêbûye.

Her li gorî heman daxuyaniyê, berpirsên herdu aliyan li ser bingehên serekî yên nexşerêyekê lihev kirine, ku hevrêziyê û hevkariyê bi hev re bikin, daku "Aştî û aramî li Minbic Peyda bibe".

Biryar e roja 4ê Hizêranê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu serdana Amerîka bike û li gel hevpostê xwe yê Amerîkî, pirsa Minbicê yekalî bike.

Bajarê Minbic di Tebaxa 2016an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Gel, bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji destê DAIŞê hatibû desrxistin. Lê Tirkiye HSD û YPG wek du rêxistinên terorîst binav dike û daxwaz dike ku ew herdu hêz ji Minbic derkevin.

N.O