Zêbarî: Ger encamên hilbijartinan bên hilweşandin wê tevliheviyeke mezin çêbibe

Zêbarî: Pêwîst e ew kesên dixwazin encamên hilbijartinan hilweşînin bên rawestandin û rê bi wan neyê dayin ku welat ber bi tevliheviyê ve bibin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Hoşyar Zêbarî, hişyarî ji egera hilweşandina encamên hilbijartinan da û got: "Heger encamên hilbijartinên Perlemana Iraqê yên roja 12/5/2018an bên hilweşandin, wê "Tevliheviyeke mezin" çêbibe".

Zêbarî li ser facebook a xwe nivîsiye: "Ji aliyê hin kesên siyasî û perlemanterên binketî ve, bizavên metirsîdar hene ku encamên hilbijartinan bên hilweşandin û ev yek wê encamên karesatbar bi ser ewlehî û aramiya Iraqê de bîne, pêwîst e ew kesana bên rawestandin û rê bi wan neyê dayin ku welat ber bi tevliheviyê ve bibin".

Daxuyaniyên Zêbarî hevdem in li gel bizavên hin aliyan, ku dixwazin di Perlemana Iraqê de, kar ji bo hilweşandina encamên hilbijartinan bikin yan jî dengan dubare bi destan bijmêrin.

Li ser vê mijarê, perlemantera Dewleta Yasa Nehla El-Hebabî ragihand, ku "Di vê hefteyê de, wê Perlemana Iraqê bicive û yasayeke destûrî derbarê binpêkirinên hilbijartinan derxîne".

Nehla El-Hebabî diyar kir, ku niha jî zehmet e rêjeya yasayî ji bo lidarxistina wê civînê peyda bibe, ji ber ku ew qebareyên biser ketine, rê nadin endamên xwe ku beşdariyê di wê civînê de bikin û detirsin yasayek bê derxistin û "saxtekariyên wan" eşkere bibin dema ku deng bi destan bên hejmartin.

N.O