Şer di nav HSD û (Siwwar El-Reqa) de qewimî
K24 - Navenda Nûçeyan
Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku li taxa El-Rimêla ya bajarê Reqa, Hêzên Sûrya Demokrat bizav kirin ku serkirdeyekî (Siwwar El-Reqa desteser bikin, lê çekdarên wê hêzê rê li ber HSD girtin û şer di navbera herdu aliyan de çêbû.
Li gorî Riwangeha Sûrî, di wî şerî de, hêzên HSD topavêj bikar anîn û ji ber wê yekê, xelkê taxê li dijî HSD dest bi xwepêşandanan kirin û daxwaza kirin ku HSD ji wê navçeyê derkeve.
Riwangeha Sûrî diyar kir, ku Hevpeymaniya Navdewletî destwerdan di wê bûyerê de kir, daku wî şerî bidawî bîne, ji ber ku herdu aliyên şer di bin siya Hevpeymaniya Navdewletî de şer dikin û (Siwwar El-Reqa) beşek ji HSDê ye.
N.O