Îsraîl: Divê hêzên Îranî ji Sûriyê derkevin

Serokwezîrê Îsraîlê hebûna hêzên Îranê li Sûriyê red dike û Mosko jî daxwaz dike ku tenê hêzên hikûmeta Sûriyê li ser sînorî Sûriye – Urdin – Îsraîlê hebin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îsraîlê hebûna hêzên Îranê li Sûriyê red dike û Mosko jî daxwaz dike ku tenê hêzên hikûmeta Sûriyê li ser sînorî Sûriye – Urdin – Îsraîlê hebin.

Li gor ajansa “Reuters”, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro ji parlemantarên partiya xwe got: “Nerîna me di wê derbarê de ron e, nabe ti hêzeke Îranê li Sûriyê hebe.”

Ev di demekê de ye, duhî Benjamin Netanyahu tekez kir, Tel Eviv bi hemû karînên xwe rûbirûyî her hewleke Îranê dibe, ku bixwaze çekê giran ji Sûriyê veguhêze Libnanê, yan ji nava xala Libnanê ve van cure çekan berhem bîne.

Netanyahu aşkere kir jî, di dawiya hefteya bûrî de bi Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pempoe re ev babet guftûgo kiriye û nirxandina Îsralê ya helwesta dijminane ya Taranê li navçê ji Washingtonê re ragihandiye.

Roja 9ê vê mehê, milîsên Îranî yên li Sûriya bi mûşekên Grad û Fecir, êrîşî bingehên serbazî yên Îsraîlî li bilindahiyên Colanê kirin, di pişt re jî firokeyên cengî yên Israîlî hejmarek ji bingehên leşkerî yên Îranê li nav axa Sûriyê bombebaran kirin.

 

S. B