Amerîka û Tirkiyê derbarê Minbicê lihev kirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Tirkiye û Amerîka li ser pêşeroja bajarê Minbicê, ku niha di bin kontrola (YPG) de ye, lihev kirin.
Naveroka lihevkirinê nehatiye ragihandin. Lê li gorî pisporan, hêzên YPGê yên ku li Minbicê ne, wê vekişin rojhilatê Firatê û ew navçe wê ji aliyê hêzên herêmî ve were birevêbirin.
Ji bo temamkirina wê lihevkirinê, hefteya derbasbûyî berpirsên Amerîkî serdana Enqerê kirin, lê derbarê naveroka rêketina herdu aliyan ti zanyarî nedan û tiştê hat zanîn ew bû, ku YPG wê ji Minbicê vekişe û hêzeke xwecihî wê bê pêkanîn û ew hêz wê bi erkê birêvebirina Minbicê rabe.
Li ser vê mijarê akademisiyenê Tirk Mistefa Eravci ji K24ê re got: Wekî hûn zanin di navbera Enqere û Washingtonê de, hevdîtinên derbarê Minbicê di heyama Wezîrê Derve yê berê yê Amerîka Rex Tillerson de destpê kiribûn. Piştî ku Pompeo dest bi karên xwe kir, hevdîtin berdewam kirin û encam dan, xuyaye ku di çarçoveya vê rêketinê de, wê YPGê ji Minbicê vekişe. Ew dever wê ji aliyê hêzên ku piraniya wan ji Ereban pêk tê, wê were birêvebirin. Tirkiye û Amerîka jî wê li wê derê weke hêzên çavdêr cih bigirin.
Herwiha pisporê Tirk Silêman Erdem ji K24ê re got: Daxuyaniyên ku ji aliyê herdu welatan ve hatine dayin, derbarê Rojhilatê Firatê ti agahiyeke zelal tine ye. Li Minbicê jî hêzên Amerîka û YPGê hene lê hêzên wan yên herî mezin li rojhilatê Firatê ne. Beşek mezin ji zeviyên petrolê li wê navçeyê ne. Ez ne di wê baweriyê de me ku Amerîka dev ji wê navçeyê berde yan jî YPGê bi tenê bihêle, piştî ku bi hezaran kemyonên alîkariyên çekan radestî wê kiriye.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, du caran bi hevpostê xwe yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu re civîyaye. Herdu wezîr wê di 4ê Hizêranê de li Amerîka bicivin û tê çaverêkirin ku rêketina di nav herdu aliyan de derbarê Minbicê, di wê civînê de bê îmzekirin.
N.O