Komisyona bilind a hilbijartinên Iraqê hişyariya kudetayekê dide

Komisyona Bilind a Hilbijartinan li Iraqê: Her kudetayek bi ser encamên hilbijartinan de bê kirin, wê bibe sedemek ku şerê navxwe li Iraqê pêkeve.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Fermangeha Rêvebir a Komisyona Bilind ya Hilbijartinan li Iraqê Riyad Bedran ragihand, ku bizava encamdana kudetayekê dijî encamên hilbijartinan heye, ku di 12ê vê mehê de hatin encamdan.

Riyad Bedran got jî, her kudetayek bi ser encamên hilbijartinan de bê kirin, wê bibe sedemek ku şerê navxwe li Iraqê pêkeve. 

Duh Perlemana Iraq bi amadebûna (165) perlemanterî û bi serokatiya Selîm Cibûrî civîneke neasayî lidar xist.

Li gorî daxuyaniya Perlemana Iraqê, di wê civînê de, biryarek hat stendin ji bo ku hemû aliyên pêwendîdar bi erkên xwe rabin, daku baweriyê li piroseya hilbijartinan vegerînin.

Li gorî biryarê, encamên hilbijartinên derveyî welat û dengdana taybet li kampên meşextên Enbar, Selahedîn, Nînewa û Diyala tên hilweşandin ji ber ku saxtekarî di piroseyê de çêbûye.

Herwiha divê 10% ji dengan bi destan bên hejimartin û heger diyar bû ku bi rêjeya 25% saxtekarî hatiye kirin, divê li tevahiya parêzgehan deng bi destan bên hejmartin.

Derbarê biryara Perlemana Iraqê, şarezayê yasayî Tariq Herb ragihand, ku "Ew tiştê ji aliyê Perlemana Iraqê derbarê encamên hilbijartinan derketiye, biryar e nek yasa ye, derxistina wê biryarê pirsgirêkeke rastyane ye û bicîkirina wê ne erk e".

Tariq Herb got jî: "Desthilata Perlemana Iraqê tine ye ku biryarekê li ser pirseke ji vî şêwazê metrisîdar derxîne, ji ber ku desthilata perleman hatiye kêmkirin û tenê ew kare baweriyê bide yan bikişîne û lêpirsînê li gel Hikûmetê bike".

N.O