PDK: Biryara hilweşandina encamên hilbijartinan tenê li Kurdistanê, siyasî ye

Partiya Demokrat a Kurdistanê biryara Encûmena Nunerên Iraqê, ku bi tenê derencamên hilbijartinên herêma Kurdistanê û Kerkûkê hildiweşîne red dike û bi biryareke siyasî datîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê biryara Encûmena Nunerên Iraqê, ku bi tenê derencamên hilbijartinên herêma Kurdistanê û Kerkûkê hildiweşîne red dike û bi biryareke siyasî datîn e.

Peyvdarê Partî Mehmûd Mihemed, di daxûyanîyekê de amaje bi wê yekê dike ku, piştî ragihandina derencamên proseya hilbijartinên Civata Nunerên Iraqê, dilgiranî û guman li wan derencaman belav bû. Ew jî, wekî Partî, bi awayekî fermî di beyannameya Mekteba Siyasî de ragihandin ku, gumanên wan ji encaman heye û xedrek zêde li Partî hatiye kirin. Jiber wê yekê jî, bi baş dizanin ku, Komisyona Bilind a Hilbijartinan di çarçoveya yasayê de karê pêwîst encam bide.

Peyvdarê fermî yê Partî ragihand, niha babeta encamên hilbijartinan bûye aloziyek zêde ya ragihandinê, her kes û aliyek bi awayekî şîrove dike û bi awayayekî axaftinê li ser dike. Jiber wê yekê li rewangeha, hest bi berpirsiyaretî û bi xem ve li wan gumanan dinere. Her biryarek di wê derbarê de bê dayîn, bi rêya yasa ji bo hejmartina dengan bi dest û ji bo aramkirina aliyên siyasî û dengderan, Partî bi baş dizan e û tekeziyê jî, lê dike.

Peyvdarê Partî biryara Civata Nunerên Iraqê, ku bi tenê encamên herêma Kurdistanê û Kerkûkê hilweşîne red dike û bi biryarek siyasî datîn e.

 

 

C.B