Li Hewlêr bisedan matorsîkil hatin rawestandin
K24 - Navenda Nûçeyan
Polîsê Tirafîkê li Hewlêrê dest li ser sedan matorsîkil danî û ragihand, her matorsîkilek bê nemere be û moleta ajotinê bi şufêrê wî re nebe, ewê dest li ser deynin û nema li xwediyê wî vedigerînin.
Peyvdarê Rêveberiya Polîsê Tirafîka Hewlêr Fadil Hacî li ser Facebooka xwe nivîsiye, ku ji roja destpêkirina bicîkirina biryara rawestandina matorsîklan, heya niha wan bêtirî (500) matorsîkil rawestandine û ewê berdewam bin heya ku hemû matorsîklên bê nemere rawestînin.
Herwiha Fadil Hacî nivîsiye: "Em daxwazê ji welatiyan dikin ku matorsîklên neyasayî û bê nemere nekirrin û bikar neynin".
N.O