Opozisyona Sûryê berê xwe dide Yekîtiya Ewropa

Hewas Egîd: Wê şanda me li gel wezîrê derve yê Belcîka û balyozên welatên Yekîtiya Ewropa jî li Bruksela paytexta Belcîka bicive.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro şandeke Desteya Bilind a Danûstendinan ya Opozisyona Sûryê, serdana welatê Belcîka dike û li paytexta wî welatî, li gel berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa Federika Mogerini dicive.

Nûnerê Kurdan di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozsîwna Sûryê de Hewas Egîd ji Kurdistan 24ê re ragihand, ku ew şand bi serokatiya Nesir El-Herîrî ye û bi endamtiya her yek ji Yehya El-Irêdî, Hewas Egîd û Besma Qedemanî ye.

Herwiha Hewas Egîd diyar kir, ku şanda wan, wê li gel wezîrê derve yê Belcîka û balyozên welatên Yekîtiya Ewropa jî li Bruksela paytexta Belcîka bicive.

N.O