Bi vîdyo.. Bandeke diziyê li Hewlêrê hat girtin

Polîsê Hewlêrê ragihand, hêzên wan du kes desteser kirine, ku bi diziya bêtirî sed misqal zêr tometbar in.

K24 - Navenda Nûçeyan

Polîsê Hewlêrê ragihand, hêzên wan du kes desteser kirine, ku bi diziya bêtirî sed misqal zêr tometbar in.

Polîsê Hewlêrê zelal kir, ku ew du kesên hatine girtin, berî niha jî tawan encam dabûn û hatibûn girtin û piştî ku hatibûn berdan, dest bi diziyê kiribûn.

Di wê derbarê de raid Şiwan berpirsê beşê nehiştina tawanan ragihand, ku herdu tometbar bi riya kamîreya çavdêriyê hatin eşkerekirin û hatin desteserkirin û hin maddeyên hişbir jî bi wan re hatin girtin.

N.O