YE alîkariya pereyan bo Tirkiye kêm dike

Yekîtiya Ewrûpa bi egera ku, Tirkiye ji demokrasiyê dûr dikeve, alîkariyên pereyan bo Tirkiyê kêm dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewrûpa bi egera ku, Tirkiye ji demokrasiyê dûr dikeve, alîkariyên pereyan bo Tirkiyê kêm dike.

Endamê Komîsyona Ewrûpayê yê Kar û Barên Ferehbûn û Pêwendiyên Cîrantiyê Johannes Hahn ragihand ku, alîkariyên Yekîtiya Ewropayê bo Tirkiyê tê kêmkirin. Ew jî bi egera ku, Tirkiye ji Yekîtiya Ewrûpa, mafê mirovan, demokrasî û hiqûqê dûr dikeve, ew ji bo sala 2018an alîkariyên pereyan ji sedî 40 kêm dikin. Bi vî awayî Yekîtiya Ewrûpa îsal 253 Milyon Euro pere alîkarî ji Tirkiyê re kêm dike.

Yekîtiya Ewrûpa ji sala 2014an heta 2020an nêzikî 5 Milyar Euro alîkarî ji bo Tirkiyê terxan kiribû.

 

 

 

C.B