Israîl: Divê Îran ji tevahiya Sûryê derkeve

Netanyahu ji Putin re: Emê êrîşên xwe li dijî hêzên Îranî li seranserî Sûrya berdewam bikin, daku em rê li ber firehbûna Îranê di Sûryê de bigirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameyeke Israîlî ji ser zimanê berpirsekî wî welatî veguhestiye, ku hîn ti rêketin derbarê başûrê Sûrya nehatiye kirin, lê serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ji Amerîka û Rûsya re gotiye, divê hêzên Îranî ne ku tenê ji başûrê Sûryê, li ji tevahiya Sûryê derkevin.

Herwiha hat ragihandin, ku Netanyahu ji Putin re gotiye: Emê êrîşên xwe li dijî hêzên Îranî li seranserî Sûrya berdewam bikin, daku em rê li ber firehbûna Îranê di Sûryê de bigirin.

Ji aliyê xwe ve, emîndarê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Îranî Elî Şemxanî di daxuyaniyekê de ragihand, ku şêwirmendên serbazî yên Îranî li Sûryê hene û piştevaniya Artêşa Sûryê dikin, lê ti şêwirmendekî Îranî li başûrê Sûryê tine ye û got: Hebûna me li Sûryê li ser daxwaza Hikûmeta wî welatî bûye û emê berdewam alîkariyan pêşkêşî Sûryê bikin.

Berî niha, nûnerê Rûsya di Netewên Yekgirtî de ragihandibû, ku rêketin li ser başûrê Sûrya hatiye kirin û di çend rojên dahatî de, wê xalên rêketinê bên bicîkirin.

Di meha derbasbûyî de, Artêşa Israîlî çendîn caran bi firoke û mûşekan êrîşî bingehên serbazî yên Îranê li nav axa Sûryê kir û gellek ziyanên canî û madî li hêzên Îranî kirin.

N.O