Çekdarên DAIŞê 45 serbazên Sûrî kuştin û hin navçeyên Dêra Zorê kontrol kirin

Li rojavayê çemê Firatê li parêzgeha Dêra Zorê, 45 serbazên artêşa Sûryê hatin kuştin û ji aliyê DAIŞê ve, 26 çekdar hatin kuştin û bi dehan jî ji herdu aliyan birîndar bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şer û pevçonên dijwar di navbera çekdarên DAIŞê û artêşa Sûryê de, li  nêzîkî çemê Firatê qewimîn

Çavdêrgeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihandiye, di encama şer û pevçûnên di navbera DAIŞê û Hikûmeta Sûryê de, li rojavayê çemê Firatê li parêzgeha Dêra Zorê, 45 serbazên artêşa Sûryê hatin kuştin û ji aliyê DAIŞê ve, 26 çekdar hatin kuştin û bi dehan jî ji herdu aliyan birîndar bûne.

Çavdêrgehê diyar kir, ku çekdarên DAIŞê di encama wan êrîşên xwe de, ku li dijî bargehên Hikûmetê encamp dane, çend bajarok û dever li wê navçeyê kontrol kirin, herwiha riya di navbera Dêra Zorê û El-Bûkemal de qut kirin.

N.O