Du pasewanên sînorên Îranê li Serdeştê hatin kuştin

Şevê din li ser sînorên bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama şer û pevçûnan de, du endamên hêzên sînorparêzên Îranê hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şevê din li ser sînorên bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê, di encama şer û pevçûnan de, du endamên hêzên sînorparêzên Îranê hatin kuştin.

Jêderên xwecihî ji bajarê Serdeşt yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve ragihandin, ku şer û pevçûnên di navbera girûpeke çekdar û hêzên sînorparêzên Îran de qewimî û di encamê de, du endamên hêzên sînorparêzên Îranê hatin kuştin. 

Medya fermî ya hêzên Intizamî yên Îranê, li ser vê bûyerê ragihandiye, ku  girûpeke nenaskirî êrîşî bingeheke wan ya serbazî li Serdeştê kiriye û şer di navbera wan û endamên wê girûpê de qewimî û heya niha jî, ti aliyekî  berpirsatiya xwe li ser wê êrîşê ranegihandiye.

N.O