Yildirim: Emperyalist dixwazin dewletek Kurdî ava bikin

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, ku duhî ragihandibû - Kurd e, îro li bajarê Agirî yê bakurê Kurdistanê diyarkir: Emperyalist dixwazin dewletek Kurdî ava bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, ku duhî ragihandibû - Kurd e, îro li bajarê Agirî yê bakurê Kurdistanê diyarkir: Emperyalist dixwazin dewletek Kurdî ava bikin.

Yildirim di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên 24ê Hezîranê de beşdarî xwepêşandan a li bajarê Agirî yê bakurê Kurdistanê bû. Di gotara xwe de anî ziman ku: “Li van deveran stranên Kurdî qedexe bûn, dayikan nekarîbû bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxifin, ev hemû qedexe ji alî AK Partî ve hatin rakirin. Me TRT Kurdî danî. Xwedayê me yek e, Pêxemberê me yek e. Em yek in, em bra ne, em bi hevûdu re Tirkiye ne!

Emperyalîst dixwazin dewletek Kurdî ava bikin. Li Suriye, li Iraqê dixwazin dewletê ji Kurdan re ava bikin. Kurd jî, Tirk jî ev hezar sal in li Anadoluyê dijin. Kes bila hewlê nede dewlete ji Kurdan re ava bike.

Kes li Tirkiye jiber nasnameya xwe, baweriya xwe, zimanê xwe, çand a xwe, dê tadeyê nebîn e, ev soz a AK Partî ye”.

 

 

C.B