Bangeşeya HAK-PAR ji bo Namzetên Serbixwe

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ji bo piştgiriya namzetên serbixwe (Diyarbekir, Wan, Agirî, Mêrdîn, Dêrsim) bangewazek arasteyî raya giştî kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)  ji bo piştgiriya namzetên serbixwe (Diyarbekir, Wan, Agirî, Mêrdîn, Dêrsim) bangewazek arasteyî raya giştî kir. Kopyeyek jê gihişte K24. Di bangeşeyê de HAK-PAR gelek xalên girîng ên egerên piştgiriyê ji bo Namzetên Serbixwe diyar dike.

Bangewaza HAK-PAR

Gelê me yê berketî:
*Bila ji bo kesên ku bi gotinên wek yek milet, yek dewlet, yek al, yek ziman va, sazûma-neka hê jî ceberûtir, rejîmeke tenha mîrovekî wekî beesîyan ji bo xwe kiribe armanc,
*Yên ku li Bakûrê Kurdistanê polîtîkayên xwe yên bêperwa dimeşînin, li Başûrê Kurdista-nê û Rojavayê Kurdistanê deskeftîyên kurdan, mafên wan yên rewa, hewildanên wan yên ji bo xwe bi xwe îda-rekirinê wek pirsgirêkeke man û neman têdigîjin û erişî kurdan dikin,
*Bila bersiveke we ji bo kesên ku bêrûmetîya qehremanên me yên netewî dikin hebe;
Bila bersiva we 
„NAMZETÊN SERBIXWE“ be!
*Bila ji bo kesên ku, ji bo ça-reserkirina pirsa kurdî hel-westekê eşkere nakin,
*Di derbarê dijkurdîtîyê da bi bloqa deshelatîyê ra ketibe pêşbirkê,
*Ji bo bloqa raberîyê ango mixalefetê ya kemalist û faşîst yên ku milmilane dimeşin bersiveke we hebe;
Bila bersiva we "NAMZETÊN SERBIXWE“ be!
*Ji bo kesên ku bi gotgotên xwe va dengên we digirin, şêr dibin bajarên Kurdan,
*Ji bo wan kesên ku, li wan deverên ku kana welatper-werîyê ne berbestîyan û xen-deqan durust dikin û wêran dikin,
*Li navendên bajarên mezin bomban diteqînin, dibin se-dema jîyana xwe ji dest-dayîna, birindarbûna bi se-dan kesên medenî ango sivîl, her usan şatbûna aborîya deverê,
*Ji bo wan kesên ku bûne sedema bi sedhezaran va kurdên ku cîh û warên xwe terk kirine û di rewşa penaberîyê da dijîn;
*Ji bo wan kesên ku dijî hewildanên Başûrê Kurdis-tanê yên ji bo serxwebûnê disekinin, cîwanên kurdan ji bo berjewendîyên kolonya-lîstên wek Îran, Îraq, Surîye û dewletên emperyalist dişînin mirinê,
*Ji bo wan kesên ku çepgirên Tirk yên Kemalist wek berpir-sên kurdan destnîşan dikin,
*û ji bo kesên ku di vê derheqê da bêdeng dimînin û piştgirîyê didine wan, divê bersiva we hebe;
Bila bersiva we 
"NAMZETÊN SERBIXWE“ be!
Ez berbijêrê serbixwe me û ji we dengan dixwazim:
*Ji bo dijderketina polîtîka-yên red, inkar û ji hole rakirin, her usa hewildanên ji bo asimîle kirina kurdan,
*Ji bo bi rîya aşîtîyane û demokratik her usan adîlane, safîkirina pirsa kurdî,
*Ji bo çareserîya federal ji bo vê erdnîgarîya pirnetew têke-ve rojevê,
*Ji bo layîqîyeke rasteqîn û demokratizeke hemdemî,
*Ji bo cîbicîhanîna daxwazî-yên rewa yên elewîyan û komikên din yên etnîkî û olî;
*Ji bo ji jîyana cîvatê deranîna zor û zextê, ji bo aşitî, azadî û demokratîzebûnê;
*Polîtîka dijî Kurd û Kurdistan mehkûm bike!
*Lîstikên ku li ser maf û aza-dîyên gelê kurd yên bingehîn hatine danîn hilweşine!
Piştgirîyê bide namzetên serbixwe ku;
Dengê ku tu didî bi watedar be!

 

 

C.B