Li Kerkûkê 2 teqîn – 14 kuştî û brîndar hene
K24 – Navenda Nûçeyan
Dû teqîn li caddeya Qudis nêzîkî mizgefta Ebrar a Kerkûkê çêbûn û di encam de heta niha 14 kuştî û brîndar hene.
Ligor zanyariyên Nûçegîhanê Kurdistan24, ew her dû teqîn bi rêya bombeyên çandî bûn e û teqîna yekem dinav kafeteryayekê de bû.
Nûçegîhanê Kurdistan24 ragihand, teqîna dûyem jî, li nêzîkî cihê teqîna yekem bû, û di encama teqînan de, 7 kes hatine kuştin û 7 kesên din jî brîndar bûn e.
Piştî teqînan, Hêzên Ewlekariyê cihên teqînan dûrpêç kirin û tîmên hawarçûnê kuştî û brîndar ji bo nexweşxaneyan veguhestin.
Piştî rûdanên 16ê Cotmeh a 2017an û radestkirina bajarê Kerkûkê ji bo Mîlîsên Heşda Şabî û Hêzên Iraqî, bi alîkariya çend berpirsek diyar, heta niha jî aramiya Kerkûkê û derdûra wê nehatiye parastin û tevgera çekdarên DAIŞê zêde kiriye.
C.B