Derhênerê Japonî jiyana Kurdên Japonyayê kir belgefîlm
K24 – Stenbol
Li Stenbolê di festîvaleka belgefîlman de 5 fîlmên Kurdî têne nîşandayîn. Di festîvalê de ji bilî belgefîlmên derhênerên Kurd, belgefîlmeka Derhênerê Japonî Fumiari Hyuga ya li ser jiyana Kurdên li Japonyayê dijîn tê nîşandayîn.
11.emîn festîvala belgefîlman ya binavê documentarîst li stenbolê bi rêya atolyeyên sînema û nîşandayîna belgefîlman destpêkir.Di festîvalê de 5 belgefîlmên derhenêrên Kurd têne nîşandayîn û bi giştî ji her derên dinyayê 75 fîlm dê bêne pêşberî bîneran. Derhênerê Belgefîlma Kurdî ‘’Birayên bêdengiyê’’ Taylan Mîntaş dibêje ji bo nasandina milletekê belgefîlm gelek tiştan dikare nîşanê milletê din bide ji ber wê belgefîlmên li ser jiyana Kurdan têne çêkirin ji bo nasandina Kurdan ciheki giring digirin.
Derhêner Taylan Mîntaş ji K24ê re got: ‘’Giringiyeke gelek mezin e mirov di festivalan de cih bigire .bi rêya festîvalan mirov hem temaşevanan dibîne, ji milletê din re tiştên xwe parve dikî ev tişteke gelek baş e.Wekî din li Tirkiyê ev du sê sal in piçekê fîlmên Kurdî kêmbûne bo wê piştgirî jî hindik tê dayîn. Belgefîlm qiymeta ewe ku bingeha xwe ji jiyana rasteqîn distîne ev jî tişteke gelek balkêş e.’’
Di festîvalêde fîlma derhênerê Japonî Fumiari Hyuga ya binavê ‘’Kurdên Tokyoyê’’ li ser jiyan û zehmetiyên Kurdên li Japonyayê dijîn tîne berçavan. Welatiyên ku temaşeyî van fîlman jî dikin behsa giringiya belgefîlman kirin.
Di vê festîwalê de gelek belgefîlmên navdar yên ji gelek festîvalan xelat sitandî jî dê bêne nîşandayîn û ev festîvala ku 6 navendên çandî yên stenbolê tên rêvebirin dê 5 rojan berdewam bike.