Şer û pevçûn di navbera Hizbulla û hêzên emnî de li Bexdayê destpê kir

Serokê Komîta Bergiriyê û Asayişê di Perlemana Iraqê de, Hakim Zamilî ji bo navberiyê bike serdana baregeha Hizbullahê li Bexdayê kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta navxwe ya Iraqê ragihand, bi sedema şer û pevçûnan di navbera polîsên federal û çekdarên milîsên Hizbullaha Iraqî de, kesek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn û hêzên emnî baregeha Hizbullaha Iraqê li Bexdayê dorpêç kirin.

Li gorî zanyariyan, li kolana Filestîn li rojhilatê Bexdayê, ew şer û pevçûn qewimî, ev jî piştî wê yekê hat, ku çekdarên Hizbullaha Iraqê red kirin li rêbendeke polîsên federal rawestin û qebûl nekirin fermanên polîsan bicî bikin, di beramber de polîsan teqe li wan çekdaran kirin û wan jî bersiv dan, di encamê de, kesek hat kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî jêderên Iraqî, berî niha hêzên emnî ji çekdarên Hizbullaha Iraqê kiribûn, pênc otombêlên serbazî yên di destê wan de, radestî dewletê bikin, ku ji bo veguhestina çekdaran bikar tanîn, lê wan çekdaran ew daxwaz jî red kiribûn.

Li ser vê bûyerê, serokê Komîta Bergiriyê û Asayişê di Perlemana Iraqê de, Hakim Zamilî ji bo navberiyê bike serdana baregeha Hizbullahê li Bexdayê kiriye.

Girêdayî heman bûyerê, jêderekî emnî ji Bexdayê ragihand, ku hêzên wan çekdarekî milîsên Hizbullaha Iraqê, bi tometa teqekirinê li polîsan, li kolana Filestînê li Bexdayê desteser kirin.

N.O