Erdogan: Me 35 serkirdeyên PKK kuşt
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan radigihîne: Wan li Qendîlê 35 navên girîng yên PKKyê kuştin e.
Erdogan li bakurê Kurdistanê bajarê Mereşê axifî û tekez kir ko wan dema PKK li Qendîlê di civînê de bû, bi 20 balafiran operasyon kirine û 10 bingehên PKKyê xistine. Di encama operasyonê de ji nav serkirdeyên PKKyê 35 kesan kuştine.
Erdogan ev çendîn car in behsa vê operasyonê dike, lê ji aliyê PKK ve di derbarê vê mijarê de heta niha ti daxûyanî nehatiye dayîn.
C.B