Erdogan: Ti kes ji ber nasnameya xwe rastî astengiyan nabe
K24 - Navenda Nûçeyan
Di yekem daxuyaniya xwe de piştî encamdana hilbijartinan, serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku miletê Tirkiyê erkê serokatiyê û damezirandina Hikûmeta nû daye wî û pîrozbahî li dengderan kir, ku mafê xwe yê demokratî bikar anîne.
Herwiha Erdogan got: Wekî min berê jî soz dabû, ji niha û pêve li Tirkiyê ti kes, ji ber nasnameya xwe ya neteweyî, bawerî û şêwazê jiyana xwe rastî ti astengiyan nayê.
Derbarê pirsa PKKê, serokê Tirkiyê got jî: Wê Tirkiye têkoşîna xwe li dijî PKKê li nav û derveyî sînorên xwe berdewam bike.
Duh hilbijartinên pêşwext yên Serokatî û Perlemana Tirkiyê hat encamdan û li gorî encamên destpêkî, AKP 57.36% ji dengan bidest xistiye û Erdogan jî 58% ji dengan bidest xistiye û li gorî wê rêjeyê ew bû yekem serokê Tirkiyê li gorî sîstema nû ya wî welatî.
Herwiha HDP jî rêjeya sedî 10 derbas kir û heya niha 67 kursiyên perleman misoger kiriye.
N.O