Nêçîrvan Barzanî ji serokê Tirkiyê re: Ji bo çareseriyê em amade ne alîkariyê bikin

Nêçîrvan Barzanî ji serokê Tirkiyê re: Hêvîdar im niha jî careke din hemû alî ji bo aştiyê alîkariya we bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahiya serkevtinê, li serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û partiyên Tirkiyê kir, ku di hilbijartinên 24ê mehê de biser ketine.

Nêçîrvan Barzanî, di peyamekê de balkişand ser wê yekê, ku di serdema serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan de, gellek pêşketinên mezin di pêwendiyên Komara Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de çêbûn, herwiha gellek qedexekariyên nedadperwerane hatin rakirin.

Têksta peyama pîrozbahiyê:

"Berêz Receb Teyib Erdogan,

Serokê Komara Tirkiyê,

Bi helkefta serketina we ji bo serokatiya Komara Tirkiyê di sîstemeke nû de û serketina partiya we, ya Dad û Geşepêdanê di hilbijartineke mezin de, ku têde rêjeyeke gellekî mezin ji dengderên Tirkiyê beşdar bûn, em pîrozbahiyê li we û partiya we û hemû partiyên din yên bi serketine, dikin.

Di serdema we de, gellek pêşketinên mezin di pêwendiyên Komara Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de çêbûn, wê yekê jî bandoreke gellekî baş li ser aramî û pêşketina jiyana xelkê kir, nimûneyekî gellekî giring bû ji bo navçeyê. Em wek Herêma Kurdistanê, careke din bi vê helkeftê, hezkirina xwe ya berdewam ji bo pêşxistina wan pêwendiyan tekez dikin.

Tekezkirina we di gotara serketinê de, li ser bihêztirkirina karkirinê ji bo nehiştina hemû corên cawaziyê, dihêle ku em hemû piştevaniya wê yekê bikin. Di serdema we de, gellek qedexekariyên nedadperwerane hatin rakirin, hêvîdar im niha jî careke din hemû alî ji bo aştiyê alîkariya we bikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berdewam piştevaniya hemû bizavan dike ji bo çareseriya aştiyane ji hemû kêşeyên navçeyê re.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistan

26/6/2018"

N.O