Îro 5emîn salvegera komkujiya Amûdê ye
K24 - Navenda Nûçeyan
Di Hizêrana 2013an de, asayişa li Amûdê, 3 ciwanên Kurd desteser kir û piştî girtina wan xortan, xelkê Amûdê dest bi xwepêşandan kirin û daxwaza berdana wan xortan kirin, hevdem li gel xwepêşandanan, hejmare ji çalakvanan dest bi gireva birçîbûnê kirin û bêtirî 10 rojan berdewam kirin. Wê demê asayiş neçar bû, ku xortekî tenê serbest berde, lê ew xortê ku hat azadkirin, tevlî xwepşandnan bû û behsa serederiya xirab a asayişê li gel zindaniyan kir.
Di wê rewşa aloz de, êvara 27 Hizêrana 2013an, xwepêşandaneke mezin li Amûdê birêve çû û diruşmên welatiyan li dijî asayişê bûn. Lê di bersiva wan diruşman de, asayişê bi hêzeke mezin hat pêşya xwepêşanderan û teqe li wan kir, di wê demê 5 welatiyên Kurd şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.
Piştî wê komkujiyê asayişê qedexeya derketinê ragihand û di roja diwem de, welatiyekî 60 salî derketibû derve û xwestibû nan ji zarokên xwe re bikirre, bi guleyên sekvanekî asayişê hat kuştin.
Asayişê ji aliyê xwe ve got: Me teqe nedikir, lê di nava xwepêşanderan de, hin kesan teqe li hêzên me kirin û me jî bersiva wan da.
N.O