Li Kerkûkê Ereb bi alîkariya Heşda Şabî fişaran dixin ser cotyarên Kurd

Erebên hawirdekirî bi alîkariya Heşda Şebî li sînorê Parêzgeha Kerkûkê fişaran dixin ser cotyarên Kurd, ku armanc jê dagîrkirina zevîyên wan e

K24 – Navenda Nûçeyan

Erebên hawirdekirî bi alîkariya Heşda Şebî li sînorê Parêzgeha Kerkûkê fişaran dixin ser cotyarên Kurd, ku armanc jê dagîrkirina zevîyên wan e. Li hember de jî, cotyarên Kurd red dikin ku, zeviyên bav û kalên xwe bicîh bihêlin û hişyariya wê yekê didin, eger ew yek bê piştguh xistin, ne dûre xwîn bê rijandin.

Serokê Yekîtiya Cotyarên Kerkûkê jî daxwaz dike, hêzên ewlekarî xwe ji pirsgirêkan dûr bixin, û li cihê wan dadgeh ji bo çareserkirina pirsgirêkan rola xwe bileyze.

Piştî dagîrkirina Kerkûkê ji alî Hêzên Iraqî û Heşda Şabî ve, ewleyiya Kerkûkê lawaz bûye, herweha Heşda Şabî derfetê bikar tîne ku bi demografiya bajêr bilîze.

 

C.B