PKK berpirsatiya xwe li ser kuştina Mewlûd Bengî ragihand

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Silêman Soylu ji ber kuştina Mewlûd Bengî telefona Hevseroka HDPê Perwîn Buldanê kiribû û gefa mirinê li wê kiribû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên Parastina Gel derbarê êrîş û çalakiyên xwe, daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku di 25ê Hizêranê de, li gundê Turkmenê yê bajarokê Bazîdê yê ser bi Agirî ve, welatiyek bi navê Mewlûd Bengî ji aliyê wan ve hat revandin.

Li gorî daxuyaniya HPGê, Mewlûd Bengî di kuştina 2 gerîlayên PKKê de hevkariya Arteşa Tirkiyê kiriye û gellek kesên nêzîkê HDP û PKKê daye girtin.

HPGê got jî: Ji ber wan sedeman, hêzên me di 26 Hizêranê de, danê êvarê li ser riya navnetewî Mewlûd Bengî kuştin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Silêman Soylu ji ber kuştina Mewlûd Bengî telefona Hevseroka HDPê Perwîn Buldanê kiribû û gefa mirinê li wê kiribû.

Hevdem li ser wan daxuyaniyên Silêman Soylu, serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglû ragihand, ku daxuyaniyên wezîrê navxwe yê Tirkiyê, destpêka şerekî navxwe ye û ew daxuyanî wê bihêlin ku Tirkiyê perçe bibe.

N.O