Tirkiye: 140 hezar kes ji rûniştvanên Efrînê li malên xwe vegeriyane

Aksoy: 50 rojnemevan ku nûneratiya 16 welatan dikin, seredana Efrînê kirin û rewşa aram ya wî bajarî bi çavên xwe dîtin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê wezareta derve ya Tirkiyê (Hamî Aksoy) ragihand, ku rewşa bajarê Efrînê aram e, lê hêzên wan wê ji bo demeke din li Efrînê bimînin heya karên vejandina wê navçeyê temam bibin.

Bi gotina (Hamî Aksoy): Hin alî hene kempînin reşkirina rewşa Efrînê birêve dibin û tiştên ku li ser rewşa Efrînê tê belavkirin nerast in û rewş li wî bajarî aram e.

Aksoy got jî: 50 rojnemevan ku nûneratiya 16 welatan dikin, seredana Efrînê kirin û rewşa wî bajarî bi çavên xwe dîtin.

Herwiha got: 140 hezar kes vegeriyane Efrînê û niha Hikûmeta Tirkiyê erkê birêvebirina bajar radestî Encûmenên Xwecihî dike ku ji tevahiya pêkhateyên Efrînê hatine pêkanîn.

N.O