Serok Barzanî beşdarî merasîma Roja Niştîmanî ya Amerîkayê bû

Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê, beşdariya rêûresma roja niştîmanî ya Amerîka kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî beşdariya rêûresma roja niştîmanî ya Amerîka kir.

Rêûresma ku ji aliyê Balyozxaneya Amerîka li Iraqê û Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê hate sazkirin, bi amadebûna hejmareke zêde yên Balyoz û Konsûlên welatan û kesayetiyên siyasî û îdarî û rêxistinên civaka medenî birêve çû. Douglas Sillîman Balyoz û Ken Grûs Konsolê Amerîka li Hewlêr xweşhaliya xwe bi amadebûna Serok Barzanî nîşandan û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka di warê siyasî û aborî û çandî û herwiha hevkariya serbazî li şerê dijî terorê kirin.

Her wiha ji bilî balkişandina li ser girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê, ew yek anîne ziman ku, welatê wan mijulî dirustkirina mezintirîn konsolxane li ser asta cîhanê li bajarê Hewlêrê ye û ev yek  jî, amajeyek diyar û bi hêz a mayîna peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de ye.

 

 

C.B