RQÇK: Rêjîma Sûryê gaza Kilorê li Dûma bikar aniye

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî: Rêjîma Sûryê di êrîşa li ser bajarê Dûma de, li rojhilatê Şamê gaza Kilorê bikar aniye, ku di encamê de, bi dehan kes canê xwe jidest dan.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa Reuters, ji raporeke Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî veguhestiye, ku rêjîma Sûryê di êrîşa li ser bajarê Dûma de, li rojhilatê Şamê gaza Kilorê bikar aniye, ku di encama wê de, bi dehan kes canê xwe jidest dan û gellek welatiyên din jî birîndar bûn.

Herwiha di raporê de hatiye tekezkirin, ku ew nimûneyên ji cihê wê êrîşê hatine bidestxistin, corên cuda ji madeyên Kilorê di nav wan de hatine dîtin.

Rêxistina navhatî di rapora xwe de diyar kiriye, ku ti belgehek bidest wan neketiye, ku gaza damaran di wê êrîşê de hatibe bikaranîn.

Li gorî Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan, di Nîsana derbasbûyî de, rêjîma Sûryê bi çekên kîmawî êrîşî bajarê Dûma kir û di encamê de, sed û pêncî kes hatin kuştin, di nav wan de jin û zarok hebûn û bi sedan kes jî bihna wan çikiya.

N.O