"Bê lihevkirin û hevpariya rastiyane piroseya siyasî birêve naçe"

Şanda hevbeş: Bêyî tewafuq û hevpariya rastiyane, piroseya siyasî li Iraqê nayê birêvebirin û ti destkeftek ji bo ti aliyekî nayê bidestxistin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şanda hevbeş a danûstendinê ya herdu lîstên Fetih û Dewleta Yasa li Herêma Kurdistanê, tekezî li ser wê yekê kir, ku Iraq bêyî tewafuqa rastiyane nayê birêvebirin.

Duh li Selahedîn, serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şanda hevbeş a danûstendinê ya herdu lîstên Fetih û Dewleta Yasa kir û di hevdîtinê de, şandê balkişand ser rol û pêgeha Serok Barzanî di avakirina Iraqê de û behsa êş û azar û qurbanîdana dehan sal a gelê Kurdistanê kir.

Herwiha tekezî li pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û hêzên Iraqî de kir û daxwaz kir ku li Iraqê, hemû alî bi hevre qunaxeke nû destpê bikin û şaştiyên derbasbûyî dubare nekin û di çarçoveya gehiştin bi ewlehî û şeraketa rastiyane gefên siyasî yên niha derbas bikin.

Şanda hevbeş tekez kir, ku bêyî tewafuq û hevpariya rastiyane, piroseya siyasî li Iraqê nayê birêvebirin û ti destkeftek ji bo ti aliyekî nayê bidestxistin. 

Her di wê civînê de, herdu aliyan nerînên xwe derbarê astengiyên li pêşiya bicîkirina destûrê dan xuyakirin û li ser wê yekê hevnerîn bûn, ku pêwîst e pêwendiyên dîrokî û bicîkirina destûrê û lojîk û eqlaniyet bibin bingeha piroseya siyasî û pirensîpên hevparî û lihevkirinê û hevsengiyê di piroseya siyasî de bên bicîkirin û di şewqa wan sê pirensîpan de, hevpeymaniyeke mezin di Perleman de were damezirandin daku Hikûmeta nû pêk bîne.

N.O