Tirkiya hêzeke bêtir dişîne deverên Minbic û Tel Rifetê

Şandina top û alavên serbazî ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve, ji bo Bajarên Minbic û Tel Rifet yên Rojavayê Kurdistanê, bi şev û roj berdewam dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê gellek hêz û alavên serbazî û otombêlên zirîpoş, ji deriyê sînorî yên Kilîsê ber bi bakurê Sûryê ve dişîne.

Hat ragihandin, ku şandina top û alavên serbazî ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve, ji bo Bajarên Minbic û Tel Rifet yên Rojavayê Kurdistanê, bi şev û roj berdewam dike.

Li aliyê din Artêşa Tirkiyê da xuyakirin, ku hêzên wê bi hevrêzî li gel yên Amerîkî, li ser sînorê Minbicê 11emîn dewriya xwe livandine.

Derbarê belavbûna hêzên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê, serokê wî welatî Receb Teyib Erdogan, di dawîn daxuyaniyên xwe de, ragihand ku ewê ji bajarê Girê Sipî heya Qamişlo hêzên xwe belav bikin.

N.O