PKK bacê ji koçeran distîne

Welatiyek: Em ji bo çêreyê tên vê deverê, lê gerîlayên PKKê pereyan ji me distînin, heger em nedin rê nadin me û me ji deverê dûr dixin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) di bin navê alîkariyê, bac û seraneyê ji koçerên navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê distîne, her kesê ku pereyan nede, wî ji wê navçeyê dûrdixin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Soran Teyfûr Mihemed, xwe gihand koçerên rojhilatî Sîdekan li nêzîkî sînorên rojhilat û başûrê Kurdistanê û pêdeçûn li ser vê pirsê kir.

Dema peyamnêrê K24ê pirs li ser vê mijarê ji koçerên wê deverê kir, ji tirsa gerîlayên PKK wan newêrîbû bersivê bidin, lê di dawiyê de, xortikekî zaniyariyên zelal û piştrastkirî ji K24ê re eşkere kir: Em ji bo çêreyê tên vê deverê, lê gerîlayên PKKê pereyan ji me distînin, heger em nedin rê nadin me û me ji deverê dûr dixin.  

Piştre weatiyekî din xwest zanyariyan bide, bi mercê ku riwê wî li ser ekranê dernekeve û ji K24ê re got: Çi kesê li vê deverê pez xwedî bike yan her karî bike, divê bacê bide PKKê, ji serê sed serî pez 2 heya 3 mîhan ji me distînin û ji her kesekî li gorî karê wî bacê jê distînin. Her kesê ku bacê nede PKKê wî ji deverê derdixînin û jêre dibêjin, ev Kurdistan ya me ye û divê hûn bacê bidin.

Li ser vê pirsê jî, rêvebirê bajarokê Sîdekan tekez kir, ku ji dema gerîlayên PKKê hatine wê deverê, vê reftarê li gel koçeran dikin bi zorê pere û alîkariyan ji xelkê distînin.

Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) li navçeyên sînorî yên di navbera Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de, serê 100 serî mîh yan bizin (3) seriyan ji koçeran distîne û serê her çêlekekê (10000) dînar ji xelkê distîne û serê her kewareke mişên hingiv (1000) dînarî distîne.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, dema berhemên keskatiyê ji bacan û xiyaran çêdibin, divê cotkar beşekî ji berhemên xwe radestî PKKê bikin.

N.O

Yek ji pisûleyên ku PKK bi navê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, pereyan ji xelkê distîne.
Yek ji pisûleyên ku PKK bi navê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, pereyan ji xelkê distîne.